شبكة لالش الاعلامية

Di teqîna li Bexdayê de herî kêm 30 kes hatin kuştin

Di teqîna li Bexdayê de herî kêm 30 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama teqîna êvara Duşemê ya li navçeya Sedir a Bexda ya paytexta Iraqê de, herî kêm 30 kesan canê xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.

Êvara Duşemê 19ê Tîrmeha 2021ê teqînek li nav bazareke gelêrî ya navçeya Sedir a Bexdayê çêbû.

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihandiye, teqîn bi rêya bombeke çandî bûye.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên ewlehî û tendirustî yên Iraqê ve, di teqînê de 30 kes hatine kuştin û 60 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên Iraqî ragihandine, lêgerîn li cihê teqînê berdewam e û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Yehya Resûl, Berdevkê Serbazî yê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye, piştî teqînê Mistefa Kazimî biryara desteserkirina berpirsê ewlekariyê yê navçeyê û encamdana lêkolînê daye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha biryar daye, her fermandar û berpirsekî ewlehiyê li navçeya Sedir û Bexdyaê ku xemsarî di erkê xwe de kiribe, lêpirsîn pê re bê kirin û radestî dadgehê bê kirin.

Li aliyekî din, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesaba xwe ya Twitterê teqîna li navçeya Sedir a Bexdayê şermezar kir û diyar kir, beriya cejnê welatiyên sivîl bûne armanca êrişeke qirêj.

Salih bi gotina “Naxwazin ku miletê Iraqê bo demekê jî ewlekarî û bexteweriyê tam bikin”, got ku ew narawestin heya ku teror ji kokê ve ji holê tê rakirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parêzgarê Duhokê serdana çar qezayên ku lehî lê rabibû kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Bingehê Laliş û Zankoya Musil dûpatî li xurtkirina peywendîyan kir

Lalish Duhok