Dadgeha Mûsilê 4 xortên êzîdî bi îdamê mehkûm kir – Êzîdî gelekî ji wê yekê nîgeran in
BasNews – Dadgeha bajarê Mûsilê bi tohmeta terorê, fermana mirinê bi ser 4 xortên êzîdî de sepand. Êzîdî jî ji vê yekê nîgeran in.
Roja 26 Îlona par du xortên ereb li ser rêya navbera gundê Til Uzêr û bajarê Şingalê de hatibûn kuştin. Hêzên Iraqî 4 xortên êzîdî bi tohmeta kuştina wan xortên ereb girtin. Dadgeha Mûsilê jî biryara îdamkirina wan da.
Navê wan xortên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin: Ehmed Faris, Farûq Feysel, Şeilan Elyas û Seîd Xidir Seido.
Yek ji mirovên wan xoritan bi navê Xidir Salih ji BasNewsê re got, dadgeha Mûsilê bi tohmeta terorê biryara îdama wan xortan daye. Em vê yekê qebûl nakin û em dixwazin wan terorîstên ku xelkê sivîl yê Şingalê kuştin û revandin, bên dadgehîkirin û îdamkirin, nek xelkê me bi tohmetên vala bên girtin û îdamkirin.
Xidir Salih bang li saziyên navdewletî jî kir, pêşiya wê biryarê bigirin.
Wekîlê mîrê êzîdiyan bo karûbarên pêwendiyan, Cehwer Elî jî ji BasNewsê re got, em vê biryarê red dikin û divê pêdaçûn bi wê biryarê de were kirin. Êzîdî gelekî ji vê yekê nîgeran in.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
