شبكة لالش الاعلامية

Destnivîseke Barzanî derbarê referandûmê de

Destnivîseke Barzanî derbarê referandûmê de

basnews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, destnivîsek derbarê diyarkirina dema encamdana referandûmê belav kiriye û tê de civîna roja 7 Hizîrana 2017an bi civîneke dîrokî binav kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê destnivîsa xwe li hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” belav kiriye û dibêje:

“Bi navê xwedê yê mezin û dilovan

Civîna roja 6/7/2017 dîrokî û girîng bû û destkefteke bi nirx e bo gelê Kurdistanê û qurbanîdana şehîdan, şanaziyeke mezin bû bo hemû wan aliyên beşdarî civînê bûne û biryara dîrokî dane, ji bo ku gelê Kurdistanê bikare di riya referandûmê re deng û daxwaza xwe bigihîne cîhanê

Spas bo xwedê û bo Pêşmerge û cemawerê serbilind ê Kurdistanê û spas bo wan aliyên ku bi hestê berpirsayetî û helwesta niştimanî û dîrokî nîşan dan. Hêvîdar im ev pêngava bibe sedema yekrêziya niştimanî û tebayî di navbera aliyên siyasî de.

Daxwaza gelê Kurdistanê ew e ku destkeftan ku mafekî sirûştî yê gelê Kurdistan e, di riya aştî û dûr ji tundûtûjiyê bidest bixe. Her di vê derbarê de jî dixwazim baştirîn pêwendî û jihevtêgihêştina me ligel Bexda û cîran û welatên navçê hebe.

Nabe bi ti carî ji bîr bikin ku destkeft û serkeftinên me, berhema xwîna şehîdên me yên nemir in.

Hezar silav li giyanên pak ên şehîdên riya azadiyê”

Destnivîsa Barzanî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdên Êzidî daxwaza darizandina tawanbaran dikin

Lalish Duhok

bingehê laliş 63 salîya encumenê yeketya afretên kurdistanê li duhokê pîroz kir

Lalish Duhok

“Nivîsîngeha Laliş Şêxka xwendekarên serkeftî xelat dike”

Lalish Duhok