شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî ligel Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê civiya

Serok Barzanî ligel Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê civiya

BasNews– Serok Mesûd Barzanî îro 29.1.2023an ligel Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd civiya û rewşa siyasî ya navçeyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Baregaha Barzanî, di hevdîtinê de Konsulusê Kuweytê li Hewlêrê silavên Mîr, gel û Hikûmeta Kuweytê gihandin Serok Barzanî, her wiha tekezî li ser dostanî û pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir û aramî û vejîna Herêma Kurdistanê bi nimûneyî bi nav kir.

Her di hevdîtinê de, Serok Barzanî pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Kuweytê de bi dîrokî û kûr bi nav kir û ragihand, gelê Kurdistan û Kuwêtê hest bi wan êş û zehmetiyên dikin ku di encama hizra şovenîzmê de bi ser her du gelan hatiye sepandin.

Serok Barzanî tekez kir jî, ji bo biratî û aramiya navçeyê divê dawî li hizra şovenîzm, dagîrkerî û xwesepandinê li navçeya me were.

Rewşa siyasî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, mijareke din a hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd bû.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bingehê laliş tayê xankê bîrewerya Newrozê sax di ke

Lalish Duhok

Li Afrînê Gundekî Êzidyan tê vala kirin û çekdar ketin têda

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Dadgeha Federal ji bo têkdana her rêkeftinekê ligel Hikûmeta Federal tê bikaranîn

Lalish Duhok