شبكة لالش الاعلامية

Derhênerekî gencê Komelgeha Şarya hate xelatkirin û rêzlênan

Derhênerekî gencê Komelgeha Şarya hate xelatkirin û rêzlênan

;Tora Laliş

Rêkeftî (27 / 1 / 2023 ) roja Înyê, Bingehê Laliş Tayê Şarya Li Komelgeha Şarya li hola Laliş Êk, rêz li derhênerê gencê xelkê Şarya (Serhat Nerîman Xemo) girt û hate xelatkirin ji alyê bingehîve bi amadebûna cemawerekî zor ji xelkê Komelgehê û piştevanên sînema û kurtefilman.

Destpêkê xolekek rawestyan li ser giyanê şehîdan, paşî peyva bixêrhatinê hate pêşkêşkirin ji alyê serokê Bingehê Laliş Tayê Şarya berêz ( Dilgeş Selîm) û piştevanya Bingehê Laliş Tayê Şarya da diyarkrin bo hemû texên civakî bi taybet texa gencan,

paşî dû kurtefilmên derhênerî hatine nimayişkirin bi rêka dataşoyê bi navê ( Gencîna ji rasta 6 xolek û xewnên vala 16 xolek), piştî nimayşa filman bi dumahî hatî dergehê têbînî û rexneyan hate vekirin di navbera amadebuyan û derhênerî da.

li dumahyê jî rêz li derhênerî hate girtin û hate xelatkirin ji alyê Bingehê Laliş Tayê Şarya ve.

Cihê amajêye ( Serhat Nerîman Xemo ) xudanê pênc kurtefilmane û beşdarî filmefîstevalên cîhanî û navxoyî  bûye û dû kurtefilmên wî bi navê ( Dar û gencîna ji rasta ) xelatên Duwê û sêyê wergirtîne li dezgehê Rewange li Hewlêr û Bexda.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Laliş Xansûr mamosteyên dibistanên Şarya jibo maçeke futbolê tîne cem hev.

Lalish Duhok

Li Rihayê werza îsotê dest pê kir

Lalish Duhok

Serokê hikûmetê li balefirgeha Hewlêrê pêşwazî li termê Şêx Şamo dike

Lalish Duhok