Şingal…Rêxistinek wê çar hezar awahiyan ava bike
BasNews
Rêveberê nahyeya Sinûnê diyar kir, li nahyeya Sinûnê 5 hezar xaniyên hemwelatiyan hatine teqandin û wêran kirin û naha rêxistina Habitat for Huminity daxwaz kiriye ku 4 hezar xaniyan ava bike bo wan hemwelatiyên ku xaniyên wan xirab bûye û em li bendê ne destpê bikin.
Rêveberê nahyeya Sinûnê Nayîf Seydo ji BasNewsê re diyar kir, eger piştevaniya hemwelatiyan bê kirin û xizmetkarî bên pêşkeş kirin û metirsî li ser jiyana hemwelatiyan nemîne, dê hemû koçber vegerin ser mal û halên xwe yên li Sinûnê . heta naha tenê 8 hezar malbat vegeriyane çiyayê Şingalê û Sinûnê.
Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl jî ji BasNewsê re diyar kir, rêxistina Habitat for Huminity a Hollandî karûbarên xwe kiriye bo ava kirina çar hezar xaniyan bo hemwelatiyên Sînûnê, bi taybetî bo wan malbatên ku xaniyên wan hatine teqandin. Em li bende ne ew hejmara hatî diyar kirin bê ava kirin.
Qaymeqamê Şingalê got: ‘’Berî demekê rêxistina Habitat for Huminity daxwaz kiribû xaniyan ava bike, lê heta naha bi kiryar ti tiştek diyar nebûye. Em li bendê ne ev hejmara xaniyan bê ava kirin, bo xelkê Sinûnê wek pêngaveke yekemin be bo avakirina deverê û vegerandina koçberan de.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî