شبكة لالش الاعلامية

Fermandarek Pêşmerge: PKK û heşdî şeibî propaganda dijî referandomê li Şingalê dikin

Fermandarek Pêşmerge: PKK û heşdî şeibî propaganda dijî referandomê li Şingalê dikin

BasNews

 Fermandarek hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku piştî ragehandina dema referandomê ji aliyê hêzên siyasî yên Kurdistanê ve, PKK û heşdî şeibî li Şingalê dest bi belav kirina propagandayê kirine ku, pirsa referandomê pir metirsîdare li navçeyê.

Berpirsê leqa PDKê û fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê Wehîd Bakozî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li Şingalê PKK hewl dide ku weşanên kanalan xwe yên ragehandina rojavayê Kurdistanê veguheze û bi vê yekê li dijî ragehandina dîroka referandoma serxwebûnê propaganda bikin û li navçeya Şingalê bandorekê li dijî referandomê çêbikin.’’

Herwaha got: ‘’Kanalên PKKê li rojavayê Kurdistanê, destpê kirine daxuyanî û hevpeyvînan li gel rêveberên heşdî şeibî yên li dijî pirsa referandomê dikin, rêveberên PKKê bixwe jî li Silêmaniyê berdewam li dijî referandomê daxuyaniyan didin, xwedê girawî ew ji pirsgirêkên navxweyî yên Kurdistanê agahdarin, yanî rêveberên PKKê li Silêmaniyê gotegotên vê yekê dikin û di nav xelkê de belav dikin ku pirsa referandomê li ser Şingalê metirsiyeke mezin e.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li kampên Duhokê rewşa darayî ya koçberên Kurdên Êzidî xirab e

Lalish Duhok

Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa bejayî kir

Lalish Duhok

ŞİNGAL – Çend hêz hene? Çend kes in? Bi kê ve girêdayîne?

Lalish Duhok