شبكة لالش الاعلامية

Bi wêne…Li Çînê erd şimitî; 141 kes bin axê de man!

Bi wêne…Li Çînê erd şimitî; 141 kes bin axê de man!

BasNews

 Li başûrê rojavayê Çînê, li eyaleta Siçuanê erd şimitî 141 kes di bin heyalanê ango axa ku şimitî de man.

Rayedarên Çînê ragehandin, li gundê Şinmo yê ser bi parêzgeha Maoşien li gor demjimêrên herêmê demjimêr 06:00ê de erd şimitî û heyelan pêkhat.

Herwaha hate ragehandin ji ber şimitandina erdê li gund 46 mal di bin herifandin û şimitandina axê de man man û di wan 46 malan de 141 kes di bin wê axê de mane.

Herwaha hat zanîn ji bo rizgar kirina wan kesên di bin heyelanê de mane tîmên xilasiyê yên ji 300 kesan pêktê ji herêmê re hatine rêkirin.

Li gor rayedarên Çînê ji ber heyelan û şimitandina axê nêzîk 3 milyon metrekûp ax û kevir li ser gund de hatine xwar.

Ji bo rizgar kirina wan kesên bin heyelanê de mane xebatên rizgar kirinê berdewam dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyoz û nûnerên çend welatên cuda kir

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel hejmarek wezîrên Îmaratê civiya

Lalish Duhok

EFRÎN – Rewşa dawî li Efrîn: Nan têra nişteciyan nake

Lalish Duhok