Qadir Qaçax: PKK bi piştevaniya Heşdî Şabî li Şingalê maye
BasNews– Herçend dema artêşa Iraqê dabû PKKê ji di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê ji Şingal û dorûbera wê derkeve temam bûbe jî PKK li Şingalê ye û ji bajêr û dorûbera wê dernakeve.
Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Qadir Qaçax, ji BasNewsê re axivî û da zanîn PKK bi piştevaniya Heşdî Şabî li Şingalê ye. Herwiha Qadir Qaçax dibêje PKK di çarçoveya rêkeftina Bexda- Hewlêrê de ji Şingalê derkeve ji %80ê xelkê penaber ê Şingalê ku niha li Herêma Kurdistanê ne wê vegerin ser mal û halên xwe.
Herwiha Qadir qaçax, dibêje PKKê çekên Heşdî Şabî wergirtine û meaş ji Heşdî Şabî wergirtine û bi çekên Heşdî Şabî arîşeyan ji bo Herêma Kurdistanê saz dike. Roja 09-10-2020ê Hewlêr û Bexda li ser rewşa asayîkirina Şingalê lihevdû kiribûn û xalên rêkeftina Şingalê wiha ne:
1- Babeta Îdarî:
a- Dê qeymeqamekî nû ji bo Şengalê bê hibijartin.
b- Piştî destnîşankirina qeymeqamê nû, komîteya hevbeş tê pêkanîn, ji bo pêdaçûnê di pêgehên îdar yên din de bike.
2- Babeta Ewlehiyê:
a- Polîsa Nevxweyî û dezgehên Asayişa Niştimanî û Hewalgirî bi berpirsatiya parastinê di nava qezayê de radibin û hemû grûpên çekdar ên din ji bo derveyî qezaya Şingalê tên derxistin.
b- Bihêzkirina ewlehiya wê qezayê, bi rêya tayînkirina 2.500 kes di nava Hêzên Ewlehiya Nevxweyî li Şingalê de.
c- Bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê û li navçeyên derdora wê. Herwiha nabe ti rola grûpên ser bi wê jî li wê herêmê hebe.
3- Babeta Avadankirinê:
Komîteyeke hevbeş ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêziya ligel îdareya xwecihî li parêzgeha Neynewayê ji bo dubare avedankirina Şingalê tê avakirin.
4- Ji bo şopandina xalên di Babeta Îdarî û Ewlehiyê de hatine, komîteyeke meydanî ya hevbeş ji aliyên pêwendîdarên her du aliyan tê avakirin, ji bo çavdêriya cibicîkirina xalên rêkeftinê bikin
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî