شبكة لالش الاعلامية

Qasim Dirbo: Êzîdiyên nav PKKê encumena xwe hilweşandin

Qasim Dirbo: Êzîdiyên nav PKKê encumena xwe hilweşandin

BasNews 

Fermandarê Êzîdî yê Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo eşkere kir ku zêdetirî 1000 çekdarên êzîdî ji PKKê cuda bûne û encumena xwe jî hilweşandine û êdî hebûna wan li Şingalê bidawî dibe.

Qasim Dirbo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye: “Rûyê rastîn ê PKKê ji xelkê Şingalê re eşkere bû û xelk ji wan dûr dikevin. Zêdetirî 1000 çekdar ji PKKê cuda bûne û piraniya wan hatine û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne. Van rojana dê perwerdeya wan a leşkerî bidawî were û piştî wê jî dê hejmareke din ji wan çekdarên ku cuda bûne, bên perwerdekirin. Çekdarên Êzîdî yên din, hinek ji wan PKK ne û hinek jî bûne Heşda Şeibî, lewma di nava wan kêşe û pirsgirêk hene û çeperan li hemberî hev dikolin û rê li pêşiya hev digrin.”

Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha gotiye: “PKK encumenk li Şingalê ava kirbû wek encumenên xwe yên kantonan, lê beriya çend rojan serokê wê encumenê Xidir Salih dest ji karê xwe berda û niha ew encumen têk çûye û hilweşaye. Êdî dawiya PKKê hatiye ji ber ku baweriya xelkê Şingalê bi PKKê nayê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PKKê 250 keç û kurên êzdî birine Qendîlê

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî:Serkeftina referandomê serkeftina hemû pêkhateyên Kurdistanê ye

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî şeş milyar dînar ji bo dirustkirina 348 polên xwendinê terxan kir

Lalish Duhok