شبكة لالش الاعلامية

Pîrejineka êzîdî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Pîrejineka êzîdî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

BasNews 

Pîrejineka êzîdî ji destê terorîstên DAIŞê hat rizgarkirin.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî Husên Qaidî ragihand, di heyama du-sê rojên borî de gelek kurdên êzîdî li bajarê Mûsilê hatine rizgarkirin lê nayê zanîn hejmara wan çend e. Amara rast li ba hêzên Iraqî ye û dê di demek kurt de were ragihandin.

Husên Qaidî da zanîn ku di nav wanêzîdiyên ku hatine rizgarkirin de pîrejineka êzîdî jî heye ku li taxa Şîfa ya Mûsilê hatibû rizgarkirin û xelka gundê Til Qeseb yê Şingalê ye.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî anî ziman ku çekdarên DAIŞê zilmek mezin li wê pîrejinê û endamên malbata wê kirine û got, tenê ew hatiye rizgarkirin û endamên din yên malbata wê nayê zanîn çi hatiye serê wan. Ew jî niha li nexweşxanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş :Nameya General Mele Mustefa Barzani di sala 1947an de ji Stalîn re

Lalish Duhok

Civata parêzgeha Kerkûkê wê dengdanê li ser bilind kirina Alayê Kurdistanê bike

Lalish Duhok

Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 – 1874) û rojnameya Ummîd û Yekbûn

Lalish Duhok