شبكة لالش الاعلامية

Şingal – Gorreka bi kom ya kurdên êzîdî hat şewitandin

Şingal – Gorreka bi kom ya kurdên êzîdî hat şewitandin

BasNews 

Endamekî encumena bajarê Şingalê dibêje, gorreka bi kom ya kurdên êzîdî li devera Til Izêr ya Şingalê hatiye şewitandin ku tê texmînkirin 45 term tê de hebin.

Endamê encumena Şingalê Xelef Qasim ji BasNewsê re got, kesên nenas fîşek berdane gorreka bi kom li devera Til Izêr li nêzîkî Sîba Mehmûd Xiro û di endamê de gorr şewitiye.

Qasim Xelef her wiha got, li gorî texmîna me di wê gorra bi kom de 45 term hebûn. Ev bûyer dê ziyanê bigehîne qonaxa komkirina belgeyên jenosîda kurdên êzîdî.

Wî endamê encumena Şingalê daxwaz kir ku gorrên bi kom zû bên vekirin û got, ji ber ku metirsiya wendabûna gorrên bi kom zêdetir bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Perlemanê Kurdistanê ji yê Îraqê xwest gotinên perlemantara Goran şermez bike

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Baedrê berîkaneka zanstî û rewşnbîrî bo gencan encamda

Lalish Duhok

kurte filmek li dor karesata şingalê hat pêşkeş kirin

Lalish Duhok