شبكة لالش الاعلامية

Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li derhênerê sînemayî Newzad Şêxanî kir

Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li derhênerê sînemayî Newzad Şêxanî kir
Tora Laliş/Dihok

Îro roja sê şembûyê 12î adara 2024ê,li baregayê Bingehê Laliş li Dihokê rêzdar “Seîd Cirdo” Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li derhênerê sînemayî yê efrêner “Newzad Şêxanî” û hevalên di gelda kir.

Bi berhevbûna “Cehfer Simo” û “Dawd Murad Xetarî” endamên desteya bilinda bingehê laliş, di dîdarê da herdû alyan tekezî li xurtkirina peywendiyan û encamdana karên hevpişk li dahatî kirin.

Serokê Bingehê Laliş berhevya bingehî nîşanda li ser pîşandana şakara wî fîlmê (TORÎN) li Dihokê û çend deverên êzdiyan bi siponserya Bingehê Laliş li havîna bêt da.

Şêxanî xweşhaliya xwe derbrî bo seredana Bingehê Laliş û pêşwazya germ ya li wî hatye kirin.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

88 gorên bikom li Şingalê‌ hatîne dîtin

Lalish Duhok

Rêveberê Nahiya Başîkê:Bingehê Laliş rolekê kara bo gehandina dengê welatiyan bo cihên peywendîdar heye

Lalish Duhok

Qamişlo- Şerê li nava kolanan dest pê kiriye

Lalish Duhok