شبكة لالش الاعلامية

yasaya rizgarbûyên Êzdî hat gotubêjkirin

Li Bingehê Laliş danustandineka vekrî li dor yasaya rizgarbûyên Êzdî hate kirin
Tora Lalş/Dihok
Ji zincîre pênc şema rewşenbîrî,îro 14î adara 2024ê, Bingehê Laliş li Dihokê danustandneka vekrî bo”Siûd Misto”Rêveberê Giştiyê Karubarên Êzdiyan li dor(Yasaya rizgarbûyan..girft û derencam) li darxst, bi amadebûna hejmareka kesayetî û ekadîmî û rewşenbîran.

Paşan danustandneka bi têr û tesel li dor yasaya rizgarbûyan dinavbera amadebûyan da peydabû,herusa çendîn rasparde arastey rêveberê gişt yê karubarên êzdyan hatine kirin.

Li gorey yasaya rizgarbûyan, pêtviye qereboy û pêgehandina kiç û jinên rizgarbûyên êzdî ji destê DAIŞ ê û zemîneka xoş bo jiyana wan bête dabînkirin.

Rêkxrawa DAIŞ ya tîrorstî li roja 3/8/2014ê hêrşî qeza Şingal kir û komkujî û tawanên dijî mirovayetyê derheqê Êzdyan da encamda.

Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Dihokê,hemû rojên pênc şembûyan danustandineka vekrî li dor mijareka giring bo rewşenbîrên Êzdiyan encam didet.

 

    

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêzgirtin ji Xwendekarên Serkeftî li Bingehê Laliş Şêxan

Lalish Duhok

Nûnera NY bûyera li Şingalê şermezar kir

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Tirkiyê strana Dar Hêjîrokê

Lalish Duhok