شبكة لالش الاعلامية

Li parêzgeha Duhokê 500 çadirên mezin ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê re hatin şandin

Li parêzgeha Duhokê 500 çadirên mezin ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê re hatin şandin

BasNews – Li parêzgeha Duhokê 500 çadirên mezin ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê re hatin şandin û bendewarî heye ku îro 12.02.2023yê karwanekî din ê alîkariyan ji mexdûrên erdheja li Tirkiyê û Sûriyê re bê şandin.

Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter ragehand: ‘’Di çarçoveya helmeta komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, 500 çadirên mezin hatin şandin û îro jî 12.02.2023yê karwanekî din ê alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja li Tirkiye û Sûriyê bê şandin û rojane jî gelek kamyonên barhelgir ên alîkariyê dê bên şandin.’’

Herwaha got: ‘’Berdewam alîkarî tên kom kirin û ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê re tên şandin û xelkê Duhokê bi hemû şiyana xwe ve alîkariyê dikin.’’

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parlamentoya Almanyayê dê derbarê ‘Komkujiya Êzidiyan’ de biryarê bide

Lalish Duhok

Rûsya: Pêwîst e kurd jî hebin

Lalish Duhok

Desteya Bilinda Bingehê Laliş hevkarî gehandine 108 xêzanan

Lalish Duhok