شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî:Serkeftina referandomê serkeftina hemû pêkhateyên Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî:Serkeftina referandomê serkeftina hemû pêkhateyên Kurdistanê ye

BasNews

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariya xwe di merasîma çillrojiya Sekreterê Berê yê Partiya Komonîst a Iraqê, Ezîz Mihemed de ragehand ku, serkeftina pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê ne serkeftina hizbekî yan aliyekî ye, lê serkeftina hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ye.Herwiha daxwaz ji welatiyên Kurdistanê û hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdistanê kir, ku ji bo serxistina referandumê karbikin.

Îro Duşemê 10.07.2017 û bi amadebûna  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û kesayetiyên hizbî û hikumî û endam û alîgirê partiya Komonista Kurdistanê û Iraqê li hola şehîd Seid Ebdula merasîma çilrojiya koça dawî ya Sekreterê Berê yê Partiya Komonîst a Iraqê, Ezîz Mihemed bi rêve çû.

Di merasîmê de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarek pêşkêşkir, tê de hevxemiya xwe bo serkirdayetî û alîgirên her du partiya Komonîst a Kurdistan û Iraqê nîşanda û got ku, Ezîz Mihmed kasayetiyekî mezin û navdarê Kurdistanê ye zêdeyî 60 salan xebat kiribû.

Di heman gotara xwe de jî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa pirsa  referanduma serxwebûna Kurdistanê kir û da zanîn ku, referandum a ne tenê ya ûpartiyekî ye lewma pêwîste hemû alî ji bo serkevtina wê proseyê kar bikin û dengê belê beşdariyê di proseyê de bikin.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, divê referandum bibe xala li hev komkirinê û yekrêzî û yekîtiyê ne ji hev belavbûna nav mala Kurdistanê, bo wê yekê jî daxwaz ji medyayan kir, ku rolek erênî bibînin û xelkê ji referandumê dilsar û bê hêvî nekin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Eskerȇ Boyȋk :Ȇzdȋno, wa hûnȇ herine ku?

Lalish Duhok

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Babe Şêx peyamek serxweşiyê belav kir

Lalish Duhok

Rêkxraweka ferensî bo haydarbûn li ser rewşa êzdyan seredana bingehê‌ laliş diket

Lalish Duhok