Rêkxraweka ferensî bo haydarbûn li ser rewşa êzdyan seredana bingehê laliş diket
Tora lalish ya ragehandinê
Şandekî Rêkxrawa Mîzobotamya ya Ferensî, bo haydarbûn li ser rewşa êzdyan û komkirn û nasîna keltorê êzdyan seredana desteya bilnda bingehê laliş li dihokê kir.
Li rêkkeftî 7huzeyrana 2018ê şandekî rêkxrawa Mîzobotamya ya Ferensî seredana desteya bilnda bingehê laliş li Dihokê kir û jibal berêz”Şêx Şamo” serokê bingehê laliş û endamên bingehî ve hate pêşwazîkirn.
Di seredanê da berêz”Baskal Maksyan”berpIirsê rêkxrawê ligel berêz”Şêx Şamo” rewşa êzdyan û rolê mezinê bingehê laliş di parastina keltor û flklorê êzdyan da gotubêjkirn.
Di hevdîtnê da serokê bingehê laliş dûpat li zorî û çewsandinên mezin yên êzdî di drêjahya dîrokê da tûş bûynê ji zncîreya hewên qirkirna bikom kir, amajekr ku rewşa êzdyan îro di êş û xrabe li kempan da û piştgohavêtina wan berdewame jibal hkumeta Îraqê ve wel êzdyan krye ji rewşa niho bê hîvî bin û arîşên welat têra derbaz dibt û ne bchînana madda 140ji destûrî,ew maddeye ku bichînana wê take çareye bo arîşên êzdî divan kawdanan da derbaz dibin.
Ji layekî dî ve Şêxî behsê karesata Şingal kir û hêrşa hovaneya xelkê Şingalê tûş bûynê jibal rêkxstya da’ş ya tîrorstî û derdeserî û zerer li êzdyan li Şingalê keft.
Herwesa di seredanê da berprsê rêkxrawa Mîzobotamya hevdîtnek ligel berêz”Şemo Qasim”berprsê lijna rewşenbîrî li bingehê laliş kir û têda behsê parastina keltor û flklorê êzdyan ji nemanê û rolê mezinê bingehî bo parastna vî keltorî kir.
Li dawya seredanê şandî supasya berêz”Şêx Şamo” û amadebûyan kir bo bxêrhatin û pêşwazyê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
