شبكة لالش الاعلامية

Barzanî li Perlemantoyê Ewropayê: Referandûm ji bo serxwebûnê ye

Barzanî li Perlemantoyê Ewropayê: Referandûm ji bo serxwebûnê ye

WAAR_Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê gotarek li Perlemantoyê Ewropayê pêşkêş kir û têda ragihand; Referandûm ji bo serxwebûnê ye û encamên wê dê di gel Bexdayê bên gotubêj kirin û pêdivîye rêz li biryara gelê Kurdistanê bê girtin.
Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe a duh a Perlemantoyê Ewropayê de bas li Referandûma serxwebûna Kurdistanê û şerê dijî DAIŞê û qonaxa piştî şerî kir serok Barzanî got: Bi dirêjtîya dîrokê hemû hikumetên Îraqê dijatîya gelê kurdistanê kirîye û niha jî pabendî Distûrî nînin û nabin jî lew ger nikarîn bi hevra bijîn bila hevsûyên baş bîn û êdî gelê Kurdistanê dê biryara xwe bide û pêdivîye rêz li biryara wan bê girtin.
Barzanî da zanîn: Herêma Kurdistanê ji pêş hemû cîhanê ve şerê dijî terorê kir û bi sedan hizar aware hewandin û niha jî welatê pêkve jiyana hemû Ol û Neteweyane û gelê Kurd dixwaze bi serxwebûnê şaşîya di gel wan hatîye kirin rastvebiken û êdî biryara serxwebûnê bi tenê di dest wan daye û nabe xwe li hêvîya Perlemantoyê Îraqê bigrîn qanûnekê ji bo serxwebûna Herêmê derbêxin ji berku niha jî heman ferhenga kuştin û jinavbirina Kurdan li Îraqê tê peyrew kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: Serxwebûn dê gelek kêşeyan çare bike û bibe sedemê arambûna deverê lew ji welatên Ewropayê xwast piştevanên Referandûmê bin û çavdêran bihinêrin ji berku biryara serxwebûnê geleka qanûnî û rewaye dupatkir jî ew li hêvîya piştevanîya hemû welatên demokratin lê ger ew piştevan nebin bila dijayetiyê jî neken jiberku dijayetîkirina pirseka demokratî li dijî hemû prensîpên demokrasî û mirovayetî û aştiyaneye.
Derbareyî şerê DAIŞê jî Barzanî got: Bi şanazî ve Pêşmergey hemû cîhana azad parast û 15 hizar teroristên DAIŞê li ser destê Pêşmergey hatin kuştin û ta DAIŞ mabe gelê kurd amadeye şerî li dijî wan bike hoşdarî jî da ger egerên serhildana DAIŞê nehên jinavbirin dê rewşeka xraptir bihêt pêş.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan melbenda gihandina çendîn serkirdeyên jêhatî bûne

Lalish Duhok

Pîr Xdir rulê nivêsîngeha laliş Mehetê bilind di nerxîne

Lalish Duhok

Encûmena wezîran derbarê pêşhatên dawî yên di warê cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî û rewşa mûçeyan de civiya

Lalish Duhok