شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Barzanî ji Yekîtiya Ewropa re got, referandum dê di dema diyarkirî de birêve biçe

Şêx Şamo: Barzanî ji Yekîtiya Ewropa re got, referandum dê di dema diyarkirî de birêve biçe

KDP.info

Endamekî şanda referandumê li Brokselê behsa giringiya wê serdana xwe dike û dibêje, Serok Barzanî pêşwaziyeke pir mezin lê hatiye kirin û wî jî axaftina dilê hemû gelê Kurdistanê ji Yekîtiya Ewropayê re kir.

 

Şêx Şamo Nûnerê Êzdiyan di Parlemantoya Kurdistanê de û Endamê Encumena Bilind a Referanduma Başûrê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev serdan li ser vexwendineke fermî ji Yekîtiya Ewropa bû û ev serdan jî bi beşdariya hemû pêkhateyan û Serokê Herêma Kurdistanê ye. Di serî de em ligel berpirsên Baljîka û piştre Serokê Herêma Flanderz a Beljîka civiyan. Me piştre serdana Parlamentoya Ewropa jî kir.”

Şêx Şamo wiha got: “Serok Barzanî bi eşkere û bi zelalî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û guhertinên navçeyê kir. Herwiha behsa referandumê kir û wan jî bi eşkere tekez kirin ku ew ligel biryara gelê Kurdistanê ne û piştevaniya Kurdistanê dikin. Serok Barzanî ji wan re got ku referandum biryara gelê Kurdistanê ye û hêvî ji wan xwest ku hemû alî rêzê li vê biryarê bigrin.”

Şamo wiha domand: “Serok Barzanî behsa serkeftin û qurbaniyên Hêzên Pêşmerge jî kir û wan jî ji aliyê xwe ve em piştrast kirin ku ewê li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bin. Herwiha Serok Barzanî ku referandum dê di dema diyarkirî de birêve biçe.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Elyas Nemo : Cejina Xidr Elyas û hindek ji rêûrismên wê

Lalish Duhok

Bi wêne..Koçberiya milyonî ya buhara 1991ê dema Kurdan nexwestin di bin desthiladariya dagîrkeran de bijîn

Lalish Duhok

şandekî welatê Yabanê haydarî rewşa Êzidîyan di be

Lalish Duhok