شبكة لالش الاعلامية

400 rizgarbûyên êzdî ji Romanya re tên rêkirin!

400 rizgarbûyên êzdî ji Romanya re tên rêkirin!

BasNews

 Qaymeqamê qeza Şingalê diyar kir hikûmeta Romanya razîbûye ku 400 keç û jinên êzdî yên ji deste terorîstên DAIŞê rizgarbûne dê ji Romanya re bên rêkirin ku çareseriya tenduristî û derûnî werbigrin.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta Romanya dê hemahengiyê li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bike bo rêkirina wan 400 keç û jinan. Hikûmeta herêma Kurdistanê dê navên wan keç û jinan kom bike, ku ew ji bo çareseriya tenduristî û derûnî li Romanya sûd jê wergirin.’’

Herwaha got: ‘’Ew keç û jin û zarokên tên rizgar kirin gelek hatine êşandin, gelek pêwîstiya wan bi alîkarî û çareseriyê heye. Naha li serokatiya tenduristiya Duhokê navendek çareseriyê bo wan hatiye vekirin û berdewam çareseriya hemûyan tê kirin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heyder Şeşo: Çûna me ji bo nav Wezareta Pêşmergeyan de daxwaza me bixwe bû

Lalish Duhok

Bi piştevanya berêz ” Şêx Şamo arîşa xwendekarên Peymangeha Amêdyê hat çareserkirin

Lalish Duhok

Êzidî dixwazin Jina Abû Bekir AL-Bexdadî desteser bikin

Lalish Duhok