شبكة لالش الاعلامية

vn Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg: Bila tevahiya êzîdiyan roja referandomê dengê “erê” bidin

Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg: Bila tevahiya êzîdiyan roja referandomê dengê “erê” bidin

BasNews 

– Mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg bang li hemû êzîdiyan kir, roja referandomê dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê.

Mîr Tehsîn Beg ji BasNewsê re got, ez bang li hemû êzîdiyan dikin roja 25 Îlonê biçin ser sindoqan û dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê da ku ji malwêraniyê rizgar bibin.

Mîrê êzîdiyan her wiha got, referandom dê çarenivîsa êzîdiyan jî diyar bike û hemû deverên wan bigehîne hev ji ber wê jî divê êzîdî piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Mîr Tehsîn Beg, li ber nexweşiyê li Almanya bû lê çend roj berê ji ber xatirê referandomê vegeriya Kurdistanê.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş rêwresmên îmzakirina Dû berhemên pertokan gêran

Lalish Duhok

Şêx Şamo ji nêzîk agehdarî rewşa xêzanên zyanvêkeftî yên kempa Şarya bû

Lalish Duhok

Cîhan Endamên Kongresa Amerîkayê: Gefa herî mezin a li hember dewleta kurdî Îran e

Lalish Duhok