Şingal – Li gundê Gir Izêr xaniyek teqiya
BasNews
Li gundekî bajarê Şingalê, xaniyekî bombekirî teqiya û di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Endamê encumena Şingalê Xeyrî Zîban ji BasNewsê re got, îro li gundê Gir Izêr yê Şingalê xaniyê welatiyekî, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû bombekirin, teqiya.
Xeyrî Zîban da zanîn, di wê bûyerê de 3 endamên malbatekî hatin kuştin û got, ew malbat ji ber şer koçber bibû lê ev çend roj bûn vegeriyabû. Wan nizanîbûn mala wan hatiye bombekirin.
Zîban anî ziman ku terorîstên DAIŞê her derê Gir Izêrê tijî bomb û mîn kirine û got, em daxwaz ji welatiyan dikin venegerin wan deran heta ji aliyê tîmên pûçkirina mînan ve tên paqijkirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
