شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî peyamek belav kir!

Serok Barzanî peyamek belav kir!

BasNews

Serok Barzanî peyamek belav kir.

Peyam waha ye:

Peyama Serok Barzanî ya derbarê 27.mîn salvegera Raparenî xelkê Kurdistanê

Bi navê xwedayê bexşîner û mîhreban

Di 27.mîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê de hezaran silav bo giyana paqij a şehîdên rêya azadiya gelê me û silav ji Pêşmergeyên qehreman û hemû tekoşer û niştimanperwerên Kurdistanê re.

Raperîna buhara 1991ê li ser bingehê dest li xwe bernedan û en pejirandina zulm û dagirkeriyê ye. Destkeftên vê bûyera mezin diyar in û raperîn rawestgehek giran buhaye bo me hemûyan ku aşkeraye maf û azadî nayê bexş kirin, tê bidestanîn.

Herwaha tişta bi navê pejirandina budceyê ya 03.03.2018ê li parlamentoya Iraqê pêkhat, bi ronî aşkeraya binpê kirina şirîktî û rêkeftin û hewsengî û bingehên destûrê û çewsandineke bi plana darijandiye bo gelê Kurdistanê. Hêvîdarim ew reftare gelek rastî bo navxweyî Kurdistanê û derve aşkera kiribe û bê zanîn ku gelê Kurdistanê li gel çi hizir û aqil û çandekê jiyan dike. Dema wê hatiye ku ji bo bersiv ji wan kiryarên parlamentoya Iraqê re bê dayîn, hemû aliyên Kurdistanê li gel yek bicivin û biryarek guncaw û hevbeş bidin.

Bi boneya raperînê pêzanînên min bo xelkê Kurdistanê hene û bi dileke tejî sipasiyê dikim ku li hember dorpêç û givaş û dagirkeriyê bi serbilindî û berxwedan û bi vîneke ji pola gelê Kurdistanê rawesta.

Mesûd Barzanî

04.03.2018

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî û Ehmed El-Cerba rewşa Sûriye û navçeyê guftûgo dikin

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

Dest bi avedankirina Şingalê‌ hate kirin

Lalish Duhok