شبكة لالش الاعلامية

Berbijêrê PDKê yê serokomariya Iraqê diyar bû

Berbijêrê PDKê yê serokomariya Iraqê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) Çavkaniyek ji Parlamentoya Iraqê ragihand, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên wek berbijêrê PDKê yê serokomariyê hate berbijêrkirin.

Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, ku ew jî dê ji bo postê serokomariya Iraqê namzedekî destnîşan bikin, çavkaniyekê ji Parlamentoya Iraqê eşkere kir, ku namzedê PDKê Fuad Husên e. Lê heta niha PDKê di vê derbarê de ti daxuyaniyeke fermî ranegihandiye.

Li gorî rêkeftina di navbera pêkhateyên Iraqê de postê serokomariyê para Kurdan e.

Piştî hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê, li gorî Destûra Iraqê divê di nav mehekê de serokomar were hilbijartin da ku ew jî erkê pêkanîna hikûmnetê bide fraksiyona herî mezin a parlamentoyê.

Heta niha Berhem Salih, Omer Berzencî, Serdar Ebdullah, Kemal Qeytulî, Selîm Şûşkeyî û Sîrwe Ebduylwehîd xwe ji bo serokomariyê kirine berbijêr.

Fuad Husên kî ye? 

– Kûrdekî Feylî yê xelê Xaneqîn e

– Berê endamê Komeleya Rencderên Kurdistanê bû

– Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bû

– Çend salan li Bexdayê jiyaye

– Niha ne endamê ti partiyekê ye

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Artêşa Hevpeymanan: Yekbûna Kurdan dê Pêşmerge bihêz bike

Lalish Duhok

Kar jibo xûndna babetê‌ Êzdyatyê‌ li deverên Êzdînişîn li Îraqê‌ diête kirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Derîyên Partî bo çerekirina pirsgirêkan vekirîye

Lalish Duhok