شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî li gel Muqteda Sedr civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Muqteda Sedr civiya

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta hevdîtina li gel Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, gihişte Necefê û ji aliyê Parêzgarê Necefê Lûey Yasirî û Nûnerê Merciyetê ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku gihişt Necefê, li gel Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr civiya.

Ofîsa Serokê Tevgera Sedr bi daxuyaniyekê ragihand ku îro yekşemê 23ê Îlona 2018an, Muqteda Sedr li Necefê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî û Muqteda Sedr dihevdîtinê de li ser pêwîstiya bilezkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirine.

Muqteda Sedr tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê hikûmeta nû ya Iraqê niştimanî be û pêkhateyên Iraqê ji hev cuda neke û giringî bide daxwazên xelkê û xizmetguzarî bigihîne wan û rewşa giştî baş bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Cîgirê Trump peywendî bi serokê herêma Kurdistanê kir

Lalish Duhok

Nûrî Malikî: Her du hikûmetên Herêm û Federal digihin çareseriyeke bingehîn  

Lalish Duhok

Qasim Derbo: PKK li Şingalê jimareya çekdarên xwe zêdetir dike

Lalish Duhok