شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Êzdî ji bo me cihê şanaziyê ne

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 4. salvegera komkujiya Şingalê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di vê peyama xwe de ku li ser Twitterê hat belavkirin ragihand ku Êzdî beşek in ji miletê Kurd ku jê nayên veqetandin û li cîhanê ji bo miletê Kurd çavkaniya şanaziyê ne.

Serok Barzanî di vê peyama xwe de wiha got, “Êzdî ji miletê Kurd nayên veqetandin û çavkaniya şanaziyê ne ji bo Kurdan.” Herwiha di peyama Serok Barzanî de ji bo hêzên Pêşmerge jî wiha hat gotin: “Di 4. salvegera komkujiya Şingalê de ez hêzên Pêşmergeyên qehraman silav dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe ya ji bo Cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzdî de jî li ser komkujiya Şingalê gotibû ku ew zilma mezin a bi serê Kurdên Êzdî hatî nayê jinbirîkirin.

Rêxistina terorîst a DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kiribû. Di wê êrişa DAIŞê de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin û li gorrên komî hatin binavkirin. Bi hezaran Êzdî jî hatin revandin.

Piştî êrişa DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzdî xwe spartin çiyayê Şingalê û li wir ji ber germê, nebûna xwarin û avê û herwiha nexweşiyan zarok û jin jî di nav de bi sedan kesan canê xwe ji dest dan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nivîsîngeha Laliş Tilbenat fîstevaleka honerî li kempa Dawdiya gêra

Lalish Duhok

Li Şarya pertûka( Qirkirina Qebîleya basiyan)hate îmzakirin

Lalish Duhok

Rûfatên 39 Kurdên Êzidî li Mûsilê radestî malbatên wan hatin kirin

Lalish Duhok