شبكة لالش الاعلامية

RÛDAW / TAYBET – DAIŞê li zîndana Reqayê çi dianî serê jinên Kurdên Êzdî?

Reqa (Rûdaw) Li bajarê Reqayê ku berê paytexta rêxistina DAIŞê bû, bi sedan jinên Kurdên Êzdî hatin girtin û kuştin, tevlî ku YPG gelek ji wan rizgarkirin, lê ta niha çarenivîsa bi sedan winda ye, şahidhalekî bajarê Reqayê dibêje, ku DAIŞê zordariyeke mezin digihande jinên Êzdî û gelek caran li bazaran dihatine firotan.

Rêxistina DAIŞê di êrîşa sala 2014an de li Şingalê, zêdetir ji 6 hezar Kurdên Êzdî ku piraniya wan jin û zarok bûn, bi xwe re birin ku beşeke mezin ji wan ber bi bajarê Reqa paytexta wê rêxistinê li Sûriyê hatin veguhestin, li yek ji dibistanên taxa Şi’êb ya bajêr, hejmarek ji wan jinên Kurdên Êzdî yên ku razî nedibûn  xizmeta endamên  DAIŞê bikin û destdirêjiya seksî li ser xwe red dikirin, dihatin zindanîkirin û li wir rastî lêdan û êşkenceyê dibûn.

Welatiyek ji Reqayê ku nexwest nav û serçavê wî were nîşandan ragihand: “Hejmarek jin ji dibistanê derketin ji nav wan 5 jin û 7 zarok derbasî mala me bûn, jinên Êzdî bûn, jinek ji nav wan dergûşek radikir, temenê wî derguşî 2 roj bûn, piştî nîv saetekê çekdarên DAIŞê hatin û hemû dever dorpêç kirin, kesên din cihên wan aşkere kiribûn, çekdaran ew jinên Êzdî birin, ji porê wan ve ew kaş dikirin, piştre ez nizamin çi hate serê wan.”

Jinek xelkê reqayê ku bi tometa diziyê di zindanên DAIŞê de mabû û di encamê de dest û lingek wê hatibûn jêkirin, dibêje wê di zindanan de gelek Kurdên Êzdî dîtin ku rewşa jiyana wan gelekî xirab bû bi berdewamî gilî û gazindên xwe jê re digotin lê piştî ku hikmê wê hat birîn û ji zindanê derket tu peywendiya wê bi wan jinan re nema , balê dikşîne li ser wê yekê, ku tevî jinavçûna daîş jî , heya niha ew jinên êzdî windayî mane.

Ew jin dibêje: “Çekdarên DAIŞê li kolanan jinên Kurdên Êzdî difirotin, her jinek bi qasî 25 an 15 hezar lîreyan dihate firotin, hebûn jî bi 50 hezar hatin firotin. Ez 13 rojane ketim zindanê, têde bi sedan jinên Êzdî hebûn.”

Pîrika ku derbasî mala çekdarên DAIŞê dibû û jinên wan yên ducanî, bi zarok dikir, amaje bi wê yekê dike ku çekdarên DAIŞê ti car Êzdî ji xwe re nedikirin hevjin, lê tenê ji bo karên seksî û xizmetê dikirîn ku wek hêsîr jiyana xwe derbas dikrin.

Semîra Nisir dibêje: “Karê min ew bû ku jinên ducanî yên DAIŞê derman bikin û eger zarokên wan dibûn me ew çareser dikirin, jinên wan ji gelek netewan hebûn, gelek ji wan Êzdî bûn û wek xizmetkar bûn, karên wan jinan ew bû ku xizmeta seksî ji çekdaran re bikin.”

Heya niha 3316 kesên êzdî bi awayên cûda cûda hatine rizgar kirin ku zêdetir ji 300 kes ji wan li Sûriyê bûn û di rêya Rojavayê Kurdistanê re vegeriyan Başûrê Kurdistanê, tê pêşbînê kirin jî ku yên mayî, di şer de yan jî, ji ber tundutijiyên emîr û serkirde û çekdarên DAIŞê jiyana xwe ji dest dabin. Di heman demê de behsa wê yekê tê kirin ku beşeke din heya niha bi wan endamên DAIŞê re ne yên ku li çend gundên rojhilatê Dêrazorê asê mane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Laliş Xansûr mamosteyên dibistanên Şarya jibo maçeke futbolê tîne cem hev.

Lalish Duhok

PSK: Jenosîda Şingalê nayê ji bîrkirin

Lalish Duhok

3 keçên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Lalish Duhok