شبكة لالش الاعلامية

Keçeke kurd a êzîdî ji bo namzediya ‘Şahciwana Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê’ namzet e.

Keçeke kurd a êzîdî ji bo namzediya ‘Şahciwana Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê’ namzet e.

Tora Laliş

Keça kurd a êzdî Gulistan Girow ji bo wergirtina navê ‘Şahciwana Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê’ namzet e.

Gulistan Girow ji (Pasnews) re got: “Tevî ku min Koleja Hemşîretiyê (perstariyê) qedandiye jî, lê eleqeya min bi şanoyê di asteke bilind de ye, ji ber ku ez bi xwe û bedewiya xwe ya cewherî bawer im, ji ber vê yekê ez li pey wê diçim.”

Û wê got jî, “Di pêşbirka 2021-2022 de, min pileya sêyem di pêşbirka Miss Iraq de, yanî pileya yekem li Herêma Kurdistanê bi dest xist, ji ber ku ez kandîdê parêzgeha Dihokê li herêmê bûm.”

Û wê berdewam kir: “Ez niha berbijêra Iraqê me ji bo pêşbirka Miss Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, ku dê 40 keç ji Iraqê beşdar bibin.”

Wê wiha berdewam kir: “Ez gelek kêfxweş im ku di vê pêşbirkê de nûnertiya Iraqê dikim. Dixwazim ji welatên Erebî re bêjim ku keçên Kurdên Êzidî dikarin beşdarî pêşbirkên bi vî rengî bibin û ezê hewl bidim êş û azarên Kurdên Êzidî bigihînim welatên Erebî.”

Û wê wiha dawî li axavtina xwe anî: “Malbata min û civata min gelek piştgirîya min dikin da ku ez bikaribim sernavê Miss Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dest bixim, ku biryar e di 25/10/2023 de were lidarxistin.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji bo piştevanya berbijêrê (PDK) Şêx Şamo

Lalish Duhok

Cara yekem li Herêma Kurdistanê konsereke operayê hat lidarxistin

Lalish Duhok

Li raspardeya Serok Barzanî biryareke girîng bo xwendekarên Êzdî hat derkirin

Lalish Duhok