شبكة لالش الاعلامية

Kongirê Nivîsîngeha Laliş Mehetê bi serkeftîyane hate li darxistin.

Kongirê Nivîsîngeha Laliş Mehetê bi serkeftîyane hate li darxistin.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Li jêr diruşmê Laliş kaniyeka zelale dihorte di robarê rewşenbîrîya kurdîda û li jêr çavdêrîya qaymeqamê Qeza Şêxan (Serdar Şêx Yehiya ) , Îro roja êk şembûyê rêkeftî 16î çirya êkê 2022 , Nivîsîngeha Laliş mehetê konfiransê xwe yê sêyê gêra li Komelgeha Mehtê û desteyeka kargêrî ya nû hate helbijartin.

Runiştina êkê  bi rêzgirtin li ser giyanê şehîdên bizava rizgarî xiwaza Kurdî serkarwanê wan barzanîyên nemir û xwandina peyvan destpêkir, li dûvda bi serperiştîya lîjneyek ku pêkdihatin ji berêzan (Karwan Ba’edrî) Endamê Desteya Bilinda Bingehê Laliş weku serok û ( Azad Murad) ji Bingehê Laliş Şêxan û parêzer (Hanî Ferman ) weku endam

piştî xwandina raportên darayî û rewşenbîrî û peywendîyan û gengeşekirin li ser ji alîyê endamên kongireyî hatine pesendikirin , Li dawîyê evên xwarê hatine helbijartin bo desteya nû ya nivîsîngeha nafhatî li gorey birge û bendên nava peyrew û pirogramê Bingehê Laliş û ji alîyê amadebûyan ve pîrozbahî li wan hate kirin .

1 – Mehdî Hesen Murad

2- Sîto Çiko

3- ‘elî Ziyad Kuncî

4- Daristan Zirar Dawid

5-  Asra Esma’îl ‘îdu

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê Berevaniya Tikriyê bo balyozê Iraqê: Nabe PKK li Şingalê bimîne

Lalish Duhok

Êzidîyek dibe cêgirê serokê zanîngeha Duhokê

Lalish Duhok

Şandekî ji wellatê Hingarya qesta Perstgeha Laliş kir

Lalish Duhok