شبكة لالش الاعلامية

Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa îro li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir

Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa îro li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve zanyariyên nû derbarê êrîşa droneyî ya îro berbangê li ser Hewlêrê de balav dike.

Li gor daxuyaniya Dijeterorê Kurdistanê, 3 drone li ber xaniyekî welatiyekî gundê Birax yê ser bi Hewlêrê ve ketin û droneyek li çiyayê Tarîn ku dikeve ket xwarê.

Dijeterorê Kurdistanê diyar kir, “ îro 26.06.2021ê demjimêr 01:50 de 3 drone li mala welatiyekî li ser rêya Sêwle ya li gundê Birax a nêzîk nahyeya Mela Omer a parêzgeha Hewlêrê de ketin ku du ji wan droneyan diteqin lê yek ji wan nateqe. Xwebextane ji bilî ziyanên madî, ti ziyaneke canî çênebûne. Herwiha droneyek jî li çola çiyayê Tarînê ketiye xwarê.

Wek hatiye destnîşankirin, hin diruşmeyên cuda cuda li ser baskên droneyan hatine nivîsandin.

Dijeterorê Kurdistanê tekez kir jî, lêkolîn derbarê vê êrîşê de berdewam in û encamên wê jî ji her aliyekî re aşkere dikin.

Perçeyên şikestî yên droneyan
Perçeyên şikestî yên droneyan
Perçeyên şikestî yên droneyan
Perçeyên şikestî yên droneyan
Perçeyên şikestî yên droneyan

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amadekariyên pêkanîna Civata Bilind a Êzdiyan tên kirin

Lalish Duhok

Qadir Qaçax: PKK bi piştevaniya Heşdî Şabî li Şingalê maye

Lalish Duhok

Li Şingalê, êrişeke DAIŞê li dijî Pêşmerge hat şikandin û 12 çekdarên wê rêxistinê jî hatin kuştin

Lalish Duhok