شبكة لالش الاعلامية

Encûmena Wezîran li ser çend pirsên girîng dicive

Encûmena Wezîran li ser çend pirsên girîng dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezaran a Herêma Kurdistanê îro 23ê Hezîranê civîna xwe ya asayî bi serokariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî girê dide.

Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kir, di civînê de 3 tewerên sereke guftûgo li ser tên kirin.

Yekem: Mijara reşnivîsa proseya budceya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2021ê.

Duyem: Pêşkêşkirina kurteya civîna wezîran (Darayî û Aborî, Karûbarên Pêşmerge, Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan) û Sekreterê Komîteya bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê di meha Gulan sala 2021ê de bi Komîteya Darayî û Aboriyê û Komîteya Neyekrêzî yên Parlamentoya Kurdistanê re derbarê reporta duyem a Komîteya Bilinda Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê.

Sêyem: Pêşkêşkirina raportekê şîrovekirinê derbarê reşnivîsa projeyasaya perwerde û fêrkirin li Herêma Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Fermandarê Zêrevanên Sînor: Ji me re ferman hat emê bersiva her êrîşekê bidin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Em ê zirardîtiyên kampa ŞarIya qerebû bikin

Lalish Duhok

Yekîtiya Ewropayê: Em ê alîkariyên mirovî bigihînin koçberan

Lalish Duhok