شبكة لالش الاعلامية

Zêdetirî 7 hezar termên Barzaniyan di gorên komî yên başûrê Iraqê de mane

Zêdetirî 7 hezar termên Barzaniyan di gorên komî yên başûrê Iraqê de mane

Piştî derbasbûna 40 sal li ser komkujiya 8 hezar Barzaniyan ji aliyê rejîma Beis ve, heta naha jî bi tene 696 enfalbû, termên wan ji bo Barzan hatine vegerandin û hîn zêdetirî 7 hezar termên Barzaniyan jî di gorên komî yên Başûrê Iraqê de mane.

Rêveberê şehîd û enfalbûyan li Barzan Rêbuwar Remezan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sala 1983yê de Rejîma Beis a Iraqê bi çend qonaxan 8 hezar Barzanî di êrîşên hovane yên enfalê bi zindî binax kirin ku naha termên 696 enfalbûyên Barzanî li başûrê Iraqê ve hatine vegerandin û li goristaneke taybet de hatine veşartin û salane bîranîna wan qurbaniyan tê birêvebirin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Heta naha jî 7 hezar û 304 termên kesên enfalbûyên Barzan di gorên komî yên başûrê Iraqê de mane û pêwîste hikûmeta Iraqê rewşa wan navçeyan, ji bo lijneyên lêkolîna li gorên komî aram bike, ku ew termane bên vegerandin û li Barzan bên veşartin.’’

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji Pêşkêşvanîyê bo karsazîyê – Keça kurd kargeha dirûtina Cilûbergên leşkerî damezrand

Lalish Duhok

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Lalish Duhok

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir

Lalish Duhok