شبكة لالش الاعلامية

Naveroka civînên Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên Iraqî

Naveroka civînên Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdeyên Iraqî

Hewlêr (Rûdaw) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo danûstanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û mijara Serokomariya Iraqê gihişte Bexdayê û li gel rayedarên payebilind ên Iraqê civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî vê êvarê (22-09-2018) bi şanda li gel wî gihişte Bexdayê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji hev cuda li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û Serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Weteniye Eyad Elawî û Serokê Tevgera Îrade Falih Feyaz civiya û li ser danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û mijara Serokomariya Iraqê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya civîna navbera Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm: “Herdu aliyan proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirine û hêvî xwestine ku qonaxên dahatû, qanoxên aramî, seqamgîrî û pêşketina welat di hemû waran de be û proseyeke siyasî ya tendirustî û serkeftî birêve biçe. Pirsgirêkên Iraqê ji aliyê vegerandina aramî, seqamgîrî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûra Iraqê de be.”

Weke ku di daxuyaniyê de hatiye: “Herdu aliyan tekezî li prensîpên hevsengî, tewafuq û hevbeşiya rasteqîn kirine û bal kişandine ser pêwîstiya hevkarî û hevahengiya navbera hemû pêkhateyên Iraqî bi awayekî ku hemû xwe di proseya siyasî û birêvebirina Iraqê de bibînin.”

Biryar e di çarçoveya serdanê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel rayedarên din ên payebilind bicive û gotûbêj bike. Herwiha divê PDK heta 25ê vê mehê navê berbijêrê xwe yê ji bo Serokomariya Iraqê bide parlementoyê.

Ofîsa Cîgirê Serokomarê Iraqê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî mijara hilbijartina serokomarê Iraqê û navên pêşniyarkirî gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya ofîsa Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî, di civînê de Barzanî û Malikî behsa pêşhatên siyasî yên dahatû û gotûbêja aliyên siyasî ya ji bo pêkanîna hikûmetê kirine. Herwiha li ser navên pêşniyarkirî yên ji bo postê Serokomariya Iraqê axivîne.

Nûrî Malikî tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanên navbera aliyên siyasî kiriye ji bo bilezkirina pêkanîna hikûmeteke bihêz ku bikare seqamgîriya siyasî desteber bike û xizmetguzarî ji xelkê re dabîn bike.

Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di demekê de ye ku îro Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî serdana Hewlêrê kir û li gel Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî civiya û behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, pêşhat û guhertinên herî dawî yên li hevkêşeyên nav proseya siyasî ya Iraqê hat kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Danîmarka ji bo rawestandina pêla koçberan hêlên trênê di gel Almanya ragirt

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: hîvîxwazin sala xêr û xoşyê bit bo hemû pêkhatên gelê Kurdistanê

Lalish Duhok

Serokatiya parlementoya Iraqê digehe jineke kurd

Lalish Duhok