شبكة لالش الاعلامية

Budçeya Şengalê nayê terxankirin

Budçeya Şengalê nayê terxankirin

BasNewsSerokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê li Civata Parêzgeha Mûsilê Bereket Şemo, aşkere kir ku îdareya Şengalê venegeriyaye Şengalê û bûdçeya bo avadankirina Şengalê jî nehatiye terxankirin.

 Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê li Civata Parêzgeha Mûsilê Bereket Şemo derbarê rewşa dawî ya Şengalê de zanyarî da BasNewsê û daxuyand ku aliyên siyasî yên li Şengalê destûrê nadin xizmetguzarî li Şengalê pêk were. Herwisa Şemo, aşkere jî kir ku her cihê ku ewlehî û asayiş lê tunebe makîneyên xizmetguzariyê jî nikarin li wir kar bikin. Şemo aloziya Şengalê bi bîr xist û got; niha îdareya Mûsilê nikare ti pereyan jibo Şengalê terxan bike lewre li Şengalê asayîş û ewlehî tuneye. Pere ji Bexdayê tê bo hemû îdareyên Iraqê dihête terxankirin. Lê li Şengalê îdare nikare vegere û bo wê çendê jî Şengal ji pere û projeyên xizmetguzariyê re hatiyê pêparkirin.”

Şemo amaje bi wê yekê jî kir ku zêdetir ji 3 salane DAIŞ li wê herêmê nemaye lê aliyên siyasî dibin rêgir bo ku xizmet ji xelkê Şengalê re bêkirin.

Di 13ê Mijdara 2015an bi Serfermandariya Serok Mesûd Barzanî Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê dest bi operasyona Şengalê kirin û di encamê de bi sedan endamên DAIŞê hatin kuştin û Şengal ji destê terorîstên DAIŞê hatibû stendin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Eskere Boyik: Berê zulma DAȊȘ ê bû… Niha jî?…

Lalish Duhok

Li Gazîentabê, rêveberê çalakiyên xwekujiyê yê DAIŞ’ê hat kuştin

Lalish Duhok

PDK şerê medyayî ya li dijî Tevgera Gorranê rawestandiye

Lalish Duhok