Nadiye Murad: Ji bilî dadmendiyê ti xelatek nikare kerameta me vegerîne
Oslo (Rûdaw) – Keça Kurda Êzidî, Nadiye Murad îro li Oslo ya paytexta Norwêjê Xelata Nobel a Aştiyê y abo sala 2018an wergirt û di gotarekê de jî piştî wergirtina xelatê got: “Ji bilî dadperweriyê, ti xelatek nikare kerameta me vegerîne.”
Bi helkefta xelatkirina Keça Kurda Êzidî, Nadiye Murad û pijîşkekî xelkê Kongoyê Dr. Denis Mukwege îro Duşembiyê (10-12-2018) li bajarê Osloyê merasimek hat sazkirin.
Keça Kurda Êzidî, Nadiye Murad ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, îro Duşembiyê (10-12-2018) li bajarê Osloyê di merasîma dabeşkirina xelata Nobel a Aştiyê de ragihand: “Cenosîda Êzidiyan jiyana tevahiya civaka Êzidî guherand…, divê tawanbarên şerê dijî Êzidiyan bêne cezakirin.”
Derbarê DAIŞê de jî, Nadiye Murad got: “DAIŞê hewl da, ku pêkhateyeke sereke li Iraqê ji nav bibe, DAIŞê hemû xewnên min ji nav birin û jiyana me têk bir.”
Di beşeke gota xwe de keça Kurda Êzidî, Nadiye Murad wiha axivî:
“Li ser vê xelatkirinê ez spasiya we dikim, lê bi rastî ti xelatek li cîhanê nikare rûmeta me vegerîne û dadmendiyê bicî bike.
Wergirtina xelata Nobel a Aştiyê ligel Dr. Dr. Denis Mukwege bo min cihê pê şaneziyê ye. Ev bû dengê keç û jinên rastî destdirêjiyê hatine.
Ez li gundê Koço yê Şingalê wek zarokan dijiyam. Min bi navê xelata Nobel a Aştiyê tiştek nebihîstibû. Haya min ji şer û rikeberiyên heroj li cihanê rû didin de tinebû. Min nedizanî mirov dikarin li hemberî hev ew wasî xirab dibin û şerê hev dikin.
Ti xelatek nikare qereboya mirov û hezkiriyên me bike ku bê ti gunehek hatin kuştin û sebîkirin, tenê ji ber ku ew Êzdî ne.Ti xelatek nikare jiyana me ya normal di nav xizm û hevalên me de vegerîne, bê dadmendî û bicîkirina wê û parastina civaka mayî.
Nadya Murad
– Keçeke Kurd a Êzdî ye
– Çalakvan e di warê mafên mirovan de
– 1993 li gundê Koço li Şengalê ji dayik bû
– 2014 ji aliyê DAIŞê ve hate revandin
– 3 mehan li jêr destê DAIŞê ma
– 2015 di çarçoveya programeke koçberan de çû Almanyayê
– Berfanbara 2015 li Encûmena Asayişê gotarek pêşkêş kir
– Îlona 2016 bû balyoza niyazpakiyê ya NY
– 2016an Xelata Saxarov ji aliyê parlementoya Ewropayê ve wergirt
– Cotmeha 2018 Xelata Nobel a Aştiyê bidest xist
Denis Mukwege
– Bijîşkekî Kongoyî ye
– 1955an jidayik bû
– Zanista bijîşkî li Burudi û Fransayê xwendiye
– 2015an bawernameya doktora ji “Zanîngeha Azadî ya Brussels” bidest xist
– 1999an Nexweşxaneya “Panzî” li Kongoyê damezrand
– Nexweşxaneyê bêhtir ji 85 hezar nexweş çareser kirine
– Mukwege çareserî ji bo hezarên jinan kiriye, ku di şer de, destdirêjî li ser wan hatiye kirin
– 2012an li NY gotarek pêşkêş kir
– Destdirêjiya seksî li dijî jinan li Kongoyê şermezar kir
– Mijdara 2012 êrîş li ser mala wî hate kirin
– Neçar bû çend mehan ji welat derkeve
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
