شبكة لالش الاعلامية

Hêzên Iraqê rêya navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê girtin

Hêzên Iraqê rêya navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê girtin

Sinûnê (Rûdaw) – Hêzên Iraqê rêya nefermî ya di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê de girtin, û hejmarek ji xelkên Şingalê jî xwepêşandanek li dijî vê yekê lidar xistin.

Nûçeghanê Rûdaw li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand, ku duh Duşembiyê hêzên Iraqê çûne nêzîkî Komelgeha Xanesorê û rêya Barê ya ku diçe Rojavayê Kurdistanê li ser hatinûçûnê girtin.

Peyamnêrê Rûdawê got, Kurdên Êzidî yên deverê li dijî vê biryar û pêngava hêzên Iraqê, xwepêşandanek saz kirin û daxwaza vekirina vê rêyê kirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha (Oktobera) 2017an, bazirganiya di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê de di wê rêya nefermî re dihate kirin, lê ew rê ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Iraqê ve hate girtin. Herwiha tevî ku bi vê biryarê, tevgera bazirganiyê di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê de rawestiyaye, êdî xelkê deverê jî nikarin di wê rêyê re hatinûçûna herdu aliyên sînor bikin.

Rêvebirê Nahiya Sinûnê, Xudêda Çokê jî li ser girtina rêya Barê ji Rûdaw re ragihand, ku girtina wê rêyê, dê bandoreke mezin û nerênî li ser xelkê Şingalê bike.

Xudêda Çokê got: “Ev rê tekane rê ye ku li pêşiya milletê me vekirî maye, ji bilî vê rêyê ti rêyeke din vekirî nîne. Em li hêviya rêya Sihêla bûn, ku rêya Sihêla vebe, lê hikûmeta Iraqê û Fermandariya Operasyonên Mûsilê biryar dane, ku vê rêyê bigirin. Ev rê, rêya herî vekirî bû li ber milletê me, piştî bûyerên (03-08-2014), xelkê me bi rêya wê rêyê hinek ber bi Kampa Newroz ve çûn, xelkê me têre tên û diçin, nexweşên me têre tên û diçin.”

Çokê tekez kir: “Ev rê ji bo me gelek giring bû, milletê me çavê wan li vê yekê ye, ku ev rê bê vekirin, weke karekî mirovî. Ev rê herwiha rêyeke bazirganî bû û gelek fêde ji xelkê me e hebû. Ji vir heta Mûsilê gelek mifayên vê rêyê hebûn, bazirganiyeke baş di vê rêyê re dihate kirin. Piştî ku artêşa Iraqê hat, ev rê girt û tenê bo karûbarên mirovî vekirî mabû, lê mixabin niha ji bo karûbarên mirovî jî hate girtin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne..Serokê Herêma Kurdistanê giheşte Brukselê

Lalish Duhok

Bingehê laliş wê bi çalakîyên cora û cor sax kirina karesata Şingalê li bîr bîne

Lalish Duhok

Serokê hikûmetê li gel balyozê Belçîka li Iraq û Urdinê civiya

Lalish Duhok