شبكة لالش الاعلامية

Nûtirîn amarên êrîşên DAIŞê li ser Şingalê aşkere bûn

Nûtirîn amarên êrîşên DAIŞê li ser Şingalê aşkere bûn

BasNews– Rêveberê Giştî yê Karûbarên êzdiyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarên ayînî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de dawî amarên êrîşên DAIŞê li ser Şingalê ragehand û got ku, heta niha 2 hezar û 745 zarok sêwî mane.

Rêveberê Giştî yê Kaeûbarên êzdiyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarên ayînî di hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozan ji BasNewsê re ragehand ku, heta niha 71 gorên komî hatine dîtin, 68 mezargehên êzdiyan ji alitê DAIŞê ve hatine teqandin.

Xeyrî Bozan da zanîn ku, heta niha 2 hezar û 745 zarok sêwî mane ji wan 1759 zarok bê bav mane û 407 zarok jî bê dayik mane, herwiha 359 zarok jî bê dê û bav mane, herwiha wwo zarok jî dayik û bavê wan di destê DAIŞê de mane û li gor amaran ji herdu regezan 6 hezar û 417 ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin û revandin.

Nûnerê êzdiyan aşkere kir ku, heta niha 3 hezar û 334 kes hatine rizgarkirin, ji wan hezar û 159 jin û 337 zilam hene, herwiha  962 zarokên keç û 876 kur hatine rizgarkirin.

Rêveberê Giştî yê Kaeûbarên êzdiyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarên ayînî di hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku, hejmara kurdên êzdî li Iraqê dike 550 hezar kes ji wan 360 hezar kes ji ber DAIŞê penaber bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne … Bingehê laliş pişkdarî di fîstevalekê de di ke

Lalish Duhok

Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Lalish Duhok

Bingehê Laliş serexoşyê li “Azaldîn Selîm Baqsrî” diket

Lalish Duhok