شبكة لالش الاعلامية

Barzanî û Brett McGurk behsa rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kirin

Barzanî û Brett McGurk behsa rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kirin

BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li nûnerê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de Brett McGurk kir.

Îro Serok Barzanî li Pîrmama Hewlêrê pêşwazî li nûnerê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de, Brett McGurk û şanda pê re kir.

Li gorî malpera fermî ya Barzanî, di civînê de behsa rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî hat kirin. Şanda mêvan behsa rewşa dawî ya şerê DAIŞê li Sûriyê ji Barzanî re kir û agahî da wî.

Li gorî nûçeya malperê, Barzanî nîgeraniya xwe li hember rewşa gelê kurd li Sûriyê nîşan da û şîret û pêşniyarên xwe bo nehîştina metirsiyên li ser gelê kurd û çareserkirina arîşeyan anî ziman.

Hat gotin ku Barzanî û şanda Amerîkî behsa rewşa Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û serdana vê dawiyê ya Barzanî bo Bexdayê û serdana wezîrê enerjiya Amerîka bo Herêma Kurdistanê jî kirine.

Barzanî û Brett McGurk behsa rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kirin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Cejna Rojîyên (Êzî) Ya Xuşik û Birayên Êzidîyan Pîrozbê.

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Êrîşa Bexdayê, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok