شبكة لالش الاعلامية

Li seranserê Başûrê Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin

Li seranserê Başûrê Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Duşembî 17ê Kanûna 2018 roja Ala Kurdistanê ye û li Başûrê Kurdistanê bi vê helkevtê çendîn çalakî û merasîm tên lidarxistin. Her bi helkevta vê roja netewî û niştimanî, Ala Kurdistanê li ser tevahiya fermangeh û saziyên hikûmetê û xwandingeh, zanîngeh û çend cihên din li seranserê Başûrê Kurdistanê tê bilindkirin.

 

Roja 17ê Kanûna hemû salekê roja Ala Kurdistanê ye û li Başûrê Kurdistanê bi vê helkevtê bi dehan çalakî tên sazkirin.

 

Revenda Kurdî (Diyasporaya Kurdî) li seranserê cîhanê û bi taybet li bajarên mezin ên cîhanê bi boneya Roja Ala Kurdistanê, çalakiyan saz dikin û vê helkevtê pîroz dikin.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Qasim Şeşo: Şingaleka hevçerx dê bi destê Barzanî were avakirin

Lalish Duhok

Daxuyaniya Esed li ser çûna hêzên Sûriyê bo nav Efrînê

Lalish Duhok

Rûfatên 39 Kurdên Êzidî li Mûsilê radestî malbatên wan hatin kirin

Lalish Duhok