شبكة لالش الاعلامية

Bingehe Laliş : Sitafê filma ( reşeba) sozên xwe bi cih ne înan bo êzidyan

Bingehe Laliş : Sitafê filma ( reşeba) sozên xwe bi cih ne înan bo êzidyan
Ragehandina Bingehe Laliş
Dîvçona ragehandina bingehê laliş Ji çu kesî nahêt veşartin , û di çarçovê nimaîşkirina dîmenên Promoya filmê ( reşeba) ewê behsê hinek ji layenên karesata Şingalê û encamên wê di kit, evê yekê nerazîbun û dilgiranî peyda kirin di nava civaka êzidî da bi şêwekî taybet , belku hinek kes wisa dibînin ku zîanê di gehînte êzidyan , li ser vê çendê bingehê laliş rabû bi grêdana civînekê di gel sitafî, bi amadebuna Ayub Remezan Rêveberê giştî yê Rêveberya Rewşenbîrî û Honerî li Duhokê .
li roja yek şembuyê rêkeftî 4\9\2016 li hola bingehî ,bi amadebuna hijmareke bijare ya civakê êzidyan ji kesayetyên perlemanî û kargêrî û hizbî û çalakvana , di wî çarçovî de dakokî hate kirin li ser hebuna nerazîbunê ji alyê civakê êzidî ve li dor hindek amaja li ser Promoya taybet bi filmî ve yaku bo mawê dû xoleka vekêşayî, û têde zîanê di gehîne civakê êzidyan û hevdije di gel waq’ê wê reftara hatye kirin li beramber wan keçên êzidyan yên hatîne rizgar kirin .

herwesa stafê filmî got çênabit filmekî mawê wî 92 xolek hukmî liser biden di çarçûvê Promoîya du xolekî .

 

û piştî hingê û li ser peywendyên dinavbera bingehê laliş û berêz Ayub Remezan rêkeftin hate kirin liser nimayşkirineka taybet bo filmî bi amadebûna jimareka kesayetyên êzdyan ،dgel hebûna berhevyê ji layê stafê filmî ve jbo wergirtna wan têbînyêt zyanê digehînin dîitna êzidyan..

 

û ew bû li roja sê şembuê rêkeftî 6\9\2016 film bi temamî hate nimayşkirin ،û pştî bi dawî hatî qefdeka pêşnyara hate pêşkêş kirin jibo rastvekirin yan jêbirna hindek dîmena û amajeyên hatîn destnîşan kirin ji layê şandê êzdî ve ku zyanê digehîne êzidyan û beruvajî waqyî ne ، ûher wesa şandê êzidî û bi amadebûna berêz Ayub Remezan dûpat kirin ku li demê pêşnyarê wan nehêne bichînan divêtin film bi êkcarî nehête nimayşkirin ، stafê filmî sozda ew têbînye bihêne wergirtn û babetî çareserken . bo zanîn ew hevpeyvîn û çavpêkeftne bi vîdyoyê hatye belgekirin.

 

belê gelek chê daxê ye ku film hate nimayşkirin li roja înyê rêkeftî 9\9\2016 di çarçûvê çalakyên vîstevala çarê ya sînemê li Dihokê li hola konfransa ya zankoya Dihok ، tiştê hejî amajepêkirinê ku stafê filmî sozên xo bo êzdyan bich neînan û ew têbînyêt giring yên hatîne pêşkêşkirin û arastekirin ewan li berçav ne wergrtin û liser vê çenda çêbuy heluystek dê hête wergrtn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîkayê derbarê aloziyên Bexdayê de helwesta xwe ragihand

Lalish Duhok

57 rojnamevanên Şingalê li bingehê laliş hatne xelatkirin

Lalish Duhok

Piştî zêdetir ji 7 salan keçeke Kurd a Êzdî hat rizgarkirin

Lalish Duhok