شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Karûbarê Derve yê Almanyayê civiya

Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Karûbarê Derve yê Almanyayê civiya

BasNews– Şêwirmendê  Encumenê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Karûbarê Derve yê Almanyayê civiya.

Îro şemiyê 16/02/2019a Şêwirmendê  Encumenê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çaçoveya hevdîtinên roja duyêm yên Konferansa Asayîşa Munichê ligel Wezîrê Karûbarê Derve yê Almanyayê Nells Anen civiya.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoya hevdîtinên li Munichê îro li Nûnerê Karûbarên Neteweyên Yekgirtî yê Karûbarê Sûriyê, Wezîrê Derve Îranê, Wezîrê Bergiriya Tirkiyê, Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Îran û Iraqê Andrew Peek, Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî James Jafrrey civiyabû.

Herwiha wê civînên duqolî yên Mesrûr Barzanî berdewam bikin. Tê çaverêkirin Mesrûr Barzanî berpirsên Almanya, Îmarat û welatên din bicive.

Duhê jî Mesrûr Barzanî di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munichê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Iraqê Felah Feyaz û hejmarak parlementerên Partiya Xiristiyanên Demokrat a Almanyayê ra civiya bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Papa, piştî 10 rojan ji nexwaşxaneyê derket

Lalish Duhok

Li Şingalê merasîma danîna bîrdariya şehîdên jenosîda Êzdiyan birêve çû

Lalish Duhok

Parlementoya Almanya tawanên DAIŞê li dijî êzîdiyan wek cînosayd nas kir

Lalish Duhok