شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê belav kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û ragihand: “Bi hêviya ku ev cejn bibe mayeya tebayî û lêborîn û xêr û xweşiyê û pêşketina zêdetir a niştimana me û desteberbûna aştî û seqamgîriyê li navçe û cîhanê bi giştî.”
Roja 27ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand: “Bi boneya Cejna Qurbanê, ez germtirîn pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Herêma Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayişa navxwe û kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez hêvîdar im di hewayeke aram û şadiyê de rojên cejnê û betlaneyê derbas bikin.”
Herwiha hêviya xwe anî ziman ku “ev cejn bibe mayeya tebayî û lêborîn û xêr û xweşiyê û pêşketina zêdetir a niştimana me û desteberbûna aştî û seqamgîriyê li navçe û cîhanê bi giştî”.
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Bi boneya Cejna Qurbanê, ez germtirîn pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Herêma Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayişa navxwe û kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan. Ez hêvîdar im di hewayeke aram û şadiyê de rojên cejnê û betlaneyê derbas bikin.
Bi hêviya ku ev cejn bibe mayeya tebayî û lêborîn û xêr û xweşiyê û pêşketina zêdetir a niştimana me û desteberbûna aştî û seqamgîriyê li navçe û cîhanê bi giştî.
Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
27/6/2023

sa

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heca Kurdên Êzidî yên ji Rûsya û Kazaxistanê li Lalişê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê wî Baba Şêxê Êzidiyan sersaxî xwest

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir

Lalish Duhok