شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Kurdistanê raporta duyem a çaksaziyê şand Parlamentoyê

Hikûmeta Kurdistanê raporta duyem a çaksaziyê şand Parlamentoyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîteya Destpakiyê ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand, îro 26.4.2021ê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta duyem a pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê şand Parlamentoya Kurdistanê.

Endamê Komîteya Destpakiyê Weysî Seîd ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro raporta duyem a pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê şand Parlamentoya Kurdistanê.

Pêştir Cîgirê Seroka Parlamentoyê Hêmin Hewramî ragihand, raporta duyem ji raporta yekem cuda ye û tê de zêdetir data û zanyarî derbarê cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê hene.

Biryar e piştî gihîştina wê raportê ber destê Desteya Serokatiya Parlamentoyê, ji bo Komîteya Destpakiyê û tevahiya endamên Parlamentoyê were şandin, Komîteya Darayî jî raportekê li ser wê amade dike û Hikûmeta û Parlamentoyê dê wê raportê gengeşe bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

borîna 10 salan li ser danana bingehê laliş tayê Xankê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Nabe çav li ber wan kesan were girtin ku zêdegavî li ser milkê giştî dikin

Lalish Duhok

Kesayetîyên Başîk û Behzanê seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kirin.

Lalish Duhok