شبكة لالش الاعلامية

Her jineka êzîdî ya rizgarbûya destê DAIŞê 2 milyon dînar werdigire

Her jineka êzîdî ya rizgarbûya destê DAIŞê 2 milyon dînar werdigire

BasNews – Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand, beşek ji wan keç û jinên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, alîkariya darayî bên kirin.

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî, îro di civîneke rojnamevanî de ragihand, Wezareta Navxwe ya Kurdistanê bi alîkariya Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê alîkariya beşek ji wan jin û keçên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, dike.

Kerîm Şingalî da zanîn, her yek ji wan jinan du milyon dînar werdigire û got, serweta hemû cîhanê nikare kurdên êzîdî qerebû bike lê me lazim dît vê alîkariyê bikin.

Li gorî agahiyên Wezareta Navxwe ya Kurdistanê, wan navê 3 hezar û 200 jinên êzîdî dabûn Bexdayê lê heta niha tenê rizamendî li ser 899 kesan hatiye dayîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş rabû bi sax kirina bîrewerya salyada Se’îd silo

Lalish Duhok

Barzanî: Ne hevgirtin û ne cûdabûn bi zorê çênabe

Lalish Duhok

Berêz Nemir: me hîvîyên mezin hene mafên Êzidîyan wê were bi cih kirin

Lalish Duhok