Kurdên Êzidî di cejna Çarşema Sor de çi dikin?
Duhok (Rûdaw) – Êvara roja sêşemê Kurdên Êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Lalişê û 366 mûm û çirayan hil dikin û bi çendîn rêwresman pêşwazî li vê cejna xwe ya olî dikin.
Her malbateke Kurdên Êzidî sibehî zû berî hilhatina rojê ji xewê radibin û gulên sor li ser derezûnkên mala xwe didin. Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û dan û erdên çandiniyê de beşek din ji wan rêwreman e.
Kurdên Êzidî herwiha di Çarşema Sor de nanê biron û kuncî amade dikin û li ser xelkê xizan de belav dikin.
Jineke Kurd a Êzidî Xezal Silêman ku hêkên xwe bi reng dike, dibêje ku bihar hatiye û cejn e, ew jî ji ber vê yekê şahî dikin.
Piştî rengkirina hêkan, zilam qalikên hêkan direşînin ser dexl û dan û erdên xwe yên çandiyê, daku bibe xêr û bereketa salê.
Şêxekî Kurdên Êzidî, Şêx Îsmaîl Mîrzo diyar dike ku debara wan li ser wê dexl û danê ye û ew dixwazin bi vê reşandina qalikên hêkan, Xweda xêr û bereketê têxe nav dexl û danên wan.
Keç û kur di Çarşema Sor de diçin cem kulîlkên nîsanê, ku ev nîşana cejnê ye. Meha Nîsanê li gor baweriya Kurdên Êzidî bûka salê ye.
Xortekî Kurd ê Êzidî Aryan Newzad diyar dike ku her sal di Çarşema Sor de kulîlkan berhev dikin û dibêje: “Ev kulîlk nîşaneya cejna me ye, ev adet ji bav û bapîrên me ji me re maye.”
Kurdên Êzidî di cejnê de qalikê hêkan û kulîlkên sor li ber deriyên malên xwe dadiliqînîn. Keç û kurên Êzidî bi ava Kaniya Spî têne pîrozkirin.
Li gor baweriya Kurdên Êzidî zevî di roja çarşemê de hatiye çêkirin. 366 rojên sala Kurdên Êzidî hene û evara Çarşema Sor 366 çira li Lalişê têne vêxistin.
Ji Cejna Çarşema Sor re hinek caran dibêjin Cejna Serê Salê jî.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
