شبكة لالش الاعلامية

Iraq alîkariya darayî dide jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî

Iraq alîkariya darayî dide jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî

Hewlêr (Rûdaw) Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê alîkariya darayî pêşkêşî wan jinên Kurdên Êzidî dike ku ji destê rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin.

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê, Nofil Mûsa îro di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê ragihand, wezareta wan weke alîkariya darayî, dê 2 milyon dînarê Iraqî bide her jineke Kurda Êzidî ku ji destê çekdarên DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Nofil Mûsa got: “Êzidî xelkên resen ên wî welatî ne û bi hezaran salan di avakirina şaristaniya wî welatî de beşdar û alîkar bûne. Niha jî ew sembola aştî, tifaq, hezkirin û pêkvejiyanê li gel hemû pêkhateyên din ên Iraqê ne.”

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê da xuyakirin: “Wezareta Koç û Koçberan bi 2 milyon dînarî alîkariya jinên Êzid yên rizgarbûyî dike. Di destpêkê de jî dê ew alîkarî ji bo 100 jinên rizgabûyî be.”

Nofil Mûsa destnîşan kir, “Wezareta Koç û Koçberan bi tevahî piştgiriya daxwazên yasayî yên Êzidiyan bi taybet di warê dabînkirina mafên wan ên ayînî û jiyanê de dike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ew sewze li cîhanê bi tenê li bajarekî Kurdistanê heye

Lalish Duhok

welatiyekî Amrîkî piştî wexer dawyê kirî li Şingal hate bin ax kirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî sersala êzdiyan pîroz kir

Lalish Duhok