شبكة لالش الاعلامية

Eskerê Boyîk: Pîrozbahî

Eskerê Boyîk: Pîrozbahî

Ez bi dilxweșî pê hisyam, ku ji aliyê Binemala Mîra da, Mîrê Êzdîya ê nû Hazimê Tehsîn Beg hatye destnîșankirin. Ciyê kêfxweșyê bû ku bi rê-rizmê olî LALIŞa nûranî da bi cil û bergê mîrtyê Mîr hat elamkirin.

Qirareke maqûlî, rast û cî da ne.Kekê Hazim lawê rehmetyê Mîr Tehsîn Begê ye. Salê Mîr ê dewyê ew wekîl û cîgirê Mîr bû. Mîr aminya xwe bi wî tanî.

Ez ji bîst salî zêdetir e kekê Hazim nas dikim, ew di nav civaka Êzdiyan, herema Kurdistanê, dewleta Îraqê û gelek welatên cihanê da wek nûnerê Êzdiyan naskirî ye.

Ez kekê Mîr Hazim Tehsîn Beg pîroz dikim. Gerekê kekê Mîr wusa temamya Êzdiyan û xêrxwezên wan bizanbin, ku civaka Êzdî çawa li welêt wusa jî li dinyayê rewșeke pir xirab da ne.

Pirsgirêk çiqas bêjî hene. Êdî wek berê rêvabirina vê civakê ne maqûl ye. Rêke dijwer hîvya rêvabirya Êzdiyan e. Dîsa ez Mîrê meyî nû pîroz dikim.

Eskerê Boyîk /nivîskar

28.07.2019

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Damezrênerê ajansa El-Amaq ya ser bi DAIŞê ve hate kuştin

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî daxwaza darizandina tawanbaran dikin

Lalish Duhok

Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd nasand

Lalish Duhok