شبكة لالش الاعلامية

Seydo Çeto: Me nîgeraniyên xwe li ser hilbjiartinên parêzgehan ji NY re got

Seydo Çeto: Me nîgeraniyên xwe li ser hilbjiartinên parêzgehan ji NY re got

BasNews – Serokê encumena parêzgeha Mûsilê dibêje, eger qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê neyê guhertin dê zilm li mesîhiyan û kurdên şebek û êzîdî bê kirin.

Serokê encumena Mûsilê, Seydo Çeto ji BasNewsê re got, me bi fermî nîgeraniyên xwe yên li ser hilbijartinên encumenên parêzgehan ji NY re gotiye û me daxwaz kiriye ew qanûn were guhertin.

Seydo Çeto her wiha got, eger ew qanûn neyê guhertin dê dengên wan kesên ku ji ber şer û terorê koçber bûne, bişewite. Zilmek mezin dê li mesîhiyan, kurdên şebek û êzîdî bihêt kirin.

Serokê encumena Mûsilê da xuyakirin, koçber ji ber rewşa ewlehî û xizmetguzariyê neşên vegerin ser cih û warê xwe û got, ji ber wê jî divê li cihê ku lê dijîn, deng bidin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Tolan li ser wefata Pîr Xidirê Silêman: Pîrê Êzdîxanê yê herî rêzdar

Lalish Duhok

Berêz Şêx Şamo pêşwasyê li Diktor ”Amin Kalo” kir

Lalish Duhok

137 Keçên Rojê xola pilingên Zêrevanîya ya pêşmergehên Kurdistanê bi dawî anîn.

Lalish Duhok