شبكة لالش الاعلامية

35% Peristgeha Laliş hatîye nujen kirin. 

35% Peristgeha Laliş hatîye nujen kirin. 

Tora Laliş ya ragehandinê.

Dilgeş Newaf.

Peristgeha Laliş pîroztrîn peristgeha êzidyane li cîhanê, eve bo mawê sê salane kar li ser nûjenkirina peristgehê dête kirin, Heta niha nêzîkî 35% ji piroje temam bûye.

‎Xalid nermo: Serperiştê pirojê nûjenkirina Peristgeha Laliş bo dengê Laliş aşkerakir: Peristgeha pîroza Laliş bi şêwekî kevnar dête nûjenkirin eve btir ji sê salan berdewam  kar li ser dête kirin û 35% ji peristgeha Laliş hatîye nûjenkirin bi piştevanî ya hikumeta herêmê û hikumeta îraqê û konsilxane û xêrxwazên êzidyan, Heta niha btir ji şêst û pênç nîşangeh û aqid û pirojên xizmetgozarî li peristgehê hatîne nûjenkrin, neha jî aqida mîr amadîn û sicadîn û xefurê rêya û çendîn aqidên dî dêne nûjenkirin dergehê peristgeha Laliş jî di qonaxa dawyê daye û li nêzîk dê ête vekirin.

‎Babe Çawîş, êk ji zelamên olî yên êzdiyan bo dengê Laliş got: Piştî mîrê êzdiyan û civata rohanî digel miletê êzidî kombûyn biryar dan dest bi nûjenkirina nîşangeh û aqidên peristgeha pîroza Laliş bête kirin çendîn aqid û nîşangeh yên li peristgehê hatîne nûjenkirin.

neha jî çendîn aqid û nîşangeh û dîwarê binya xefurê rêya û hindurê şîxadî dêne nûjenkirin berdewam kar li ser dête kirin, di nav xelkî da dête gotn ku diravê nûjenkirinê dête xwarin û cîyên kevnar dêne ji navbrin ev axiftne dûrin ji rastyê, Ya giring parastina cîyên kevnare li peristgeha Laliş û em xo gunehbar û şermezarî miletê xwe nakin û digel evê çendê nînîn.

‎şêx Silêman şêx Zêdo micêwrê amadîn bo dengê Laliş xwyakir: Piştî çendîn nîşangeh û aqid hatîne nûjenkirin mrîdên amadîn jî biryar da aqida xudanê xwe nûjen bikin, Li şubata sala 2022ê dest bi nûjenkirina wî hate kirin bi şêwekî kevnar neha di qonaxa dawyê daye berî cejna cemayê dê bi temamî ête nûjenkirin bi amadebûna babê şêx û coqeta wî û miletê êzidî di rêwresmeka olî da dê ête vekirin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Êzidîyan bangî rêkxirawên Xêrxwazî u mirovatî kir

Lalish Duhok

Simînarek li dor hevjînya bilez û zêdebuna kêşan di nava civakî de hat li darxstin 

Lalish Duhok

Ji Şêx Şemo re silametyê di xwazin.

Lalish Duhok