شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji Şahê Siûdiyê ra xwast

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji Şahê Siûdiyê ra xwast

BasNews– Serokê Herêma Kurdistanê, Nêşîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê wî, sersaxî ji Şahê Erebistana Siûdiyê, Şah Selman ra xwast.

Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawî ya Mîr Bender bin Ebdulezîz Alê Siûd, birayê Şahê Erebistana Siûdiyê, sersaxî ji Şah Selman ra xwast.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyamê de, hevsozî û hevxemiya xwe li gel Şah Selman û malbata wî û herwiha li gel gelê Erebistana Siûdiyê nîşan daye.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaza sebir û hedarê ji Şahê Siûdiyê re kiriye û hêvî kiriye, ku birayê wî yê koçkirî bi beheşta ferah şad bibe.

Mîr Bender bin Ebdulezîz Alê Siûd, birayê mezin ê Şahê Erebistana Siûdiyê di temenê 96 saliyê da îro dûşemê 29-07-2019an koça dawî kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

‏Jibo hevgrtina dinavbera Êzidîa û brayên Ermen da

Lalish Duhok

Ji bo yekem car Fîlmên Festîvala Navnetewî ya Fîlm a Duhokê di nav kampên penaberan de tê pêşandan

Lalish Duhok

Çalakyên Bingehê Laliş di çar mehên derbazbûy da li sala 2022da.

Lalish Duhok